HRE: Hêzên me li herêma Bab û Şêrawa çalakiyên taybet pêk anî

Hêzên Rizgariya Efînê, li Bab û Şêrawa li dijî hêzên dagirker çalakiyên bersivdayînê pêk anîn.
Di van çalakiyan de 12 dagirker hatin kuştin ..
Hêzên Rizgariya Teqez kir ku wan van çalakiya ji bo tolhildana şehîdên 19’ê Mijdarê pêkanîne.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan li dijî hêzên dagirker çalakiyên bersivdayînê pêk anîn.

Hêzên Rizgariyê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin :

Ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên me yên ku di encama êrişên hewayî ya 19ê Mijdarê de şehîd bûn pêk hatin ..

Çalakiyên taybet li heremên Bab û Şêrawayê hatin lidar xistin.

Di roja 22ê Kanûnê de, li Babê, li gundê Tuweys li hember baregeha artêşa Tirk çalakiyek hat li dar xistin.

HRE: Di van çalakiyan de 12 dagirker hatin kuştin

Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn.

26’ê Kanûnê , li navçeya Şerawa jî, li hember 4 baregehên artêşa Tirk çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin.

Li hember van baregehan di çar baskan de êriş hat lidar xistin.

Piştê demek pêvçûnê qontrola her çar baregehan ket destê hêzên me.

Di pêvçûnên despêkê de 9 dagirker hatin kuştin.

Rêjeyeke ji çekên dagirkeran kete destê şervana ..

Seyareyek zirxî hat hedef girtin û di encam de ev seyare hat derb kirin.

Pişt re dema dijmin hewl da ku cenazeyên xwe rabike, car din ji aliyê hêzên me ve hatin hedef kirin.

Li vir jî 3 dagirker hatin kuştin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 12 dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.”

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku ew ê li hemberî êrişên artêşa Tirk çalakiyên xwe ên bersivdayînê dewam bikin.

Back to top button