Şervan Derwîş: Hewl didin şer li hemû eniyan derxînin û her derî mijûl bikin

Ji herêma Cizîrê bigire, Eyn Îsa û Minbic jî di nav de, heta bi herêma Şehbayê di bin êrîşên çete û dagirkeran de ne. Ev hemû li pêş çavên hêzên qaşo garantor ên li herêmê û hemû civaka navdewletî jî pêk tên. Duh êrîşek li ser Minbicê pêk hat û tê de dawiya 5 çeteyan hat. Têkildarî mijarê, Şervan Derwîş, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê anî ziman, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin şer li hemû eniyan derxînin û her derî mijûl bikin. 

“Dewleta Tirk û çeteyên wê, hewl didin şer li hemû eniyan derxînin û her derî mijûl bikin.”

Ev bû, gotina Şervan Derwêş Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrîşên dawî yên li ser herêmê de.

Duşemê jî weke hemû rojan êrîşên dagirker û çeteyan li ser herêmê hebûn û vê carê jî li ser gundewanê Minbicê bûn.

Li ser van êrîşan, zêdebûna wan a dema dawî û hewldana çeteyan a dagirkirina nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Berdevkê Meclisê Şervan Derwîş destnîşan kir ku sûcên çeteyên dewleta Tirk li aliyê bakur û rojavayê Minbicê ranewestiyane û êrîşa Duşemê jî bi bîr xist.

Şervan Derwîş: Di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan tê dayîn

“Rojane gundên tije sivîl dikin armanc. Êrişa duh jî piştî têkbirina hewldana çeteyan a ketina gundên rizgarkirî û nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêk hat.

Şervanên me di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên çeteyan têk birin û birîndar û kuştiyên çeteyan çêbûn.

Ji ber ku Artêşa Tirk a dagirker dixwaze eniyan mijûl bike van êrişan pêk tîne. Ev êrîş di heman dema êrişên dawî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de êrişên li dijî Eyn Îsa û herêmên Şehbayê pêk tên.”

Duşemê di seat 09:00’an de, komeke çete yên Tirkiyê hewl dan bikevin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, lê şervanên meclisê hewldana çeteyan têk bir û di encam de 5 çete hatin kuştin.

Di nav de, serçeteyê bi navê Mustefa Mehmûd Hec Îbrahîm, ku fermandarê Furqeya 1 a Tugeya 111’an e, hebû.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş dawiyê anî ziman “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li benda demeke guncaw in ku herêmên nû dagirk bikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê mafên parastina rewa bi kar tînin. ”

Ji dema dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, êrîşên dagirkeran ranewestiyane berovajî wê, zêde dibin.

Lê her çi qas ev êrîş û hewldanên dagirkirina herêmê zêde bibin jî, gelên wê bi hêzên xwe yên leşkerî, ti carî wê daxwazên dagirkeran ên tevlîhevî û koçkirinê pêk neyînin û her wê parastina xak û herêmên xwe bikin.

Back to top button