Navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar eşkere kir ku kujerê rojnamevan-akademîsyen Nagihan Akarsel, Îsmaîl Peker ê ji navçeya Mamaka Enqerê ye.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku kujer ji navçeya Mamaka Enqerê ye û wiha got:

“Jixwe ev kesek krîmînal e. Jixwe ew jî li xwe mikûr hat. Em dizanin ku wî kesî çi gotiye û çi îtîrafan kiriye.

Vî kesî di îfadeya xwe de gotiye, ‘jixwe ez ji bo vê yekê hatime vir (Ji bo kuştina Nagihan Akarsel).

Pere dan min. Her tiştî dan min’.

Yanî plansaziyek kirine û şandine wir.

Her wiha kujer dibêje, ‘li min geriyan, gotin Nagihan ji malê derdikeve’.

Min malê tespît kiribû û li cihekî nêzî wir disekinîm.

Min dît ku Nagihan dimeşe û min wê li serê kuçeyê kuşt.

Paşê min plansaziya reva bo Hewlêrê kir’

Çimkî difikire heke bireve Hewlêrê wê xwe xelas bike.

Ji wî re wisa hatiye gotin.”

Aydar destnîşan kir ku heta niha çiqas bûyer qewimîne kujer hemû reviyane Hewlêrê, ji ber ku li gel dewleta Tirk Hewlêr wek Enqerê ye, ji bo xwe cihê xilasiyê dibînin.

Back to top button