MISMARÎ: ÇETEYÊN LÎBYAYÊ RÛPOŞA DESTWERDANÊN QETER Û TIRKIYÊ NE

Artêşa netewî ya Lîbî palanên Qeter û Tirkiyê ku hewl didin li qada Lîbî pêk bînin, eşkere dike.

Berdevkê artêşê Ehemd Mismarî duh êvarî ji SKY NEWS re axivî û got:

Hevpeywendiyên telefonî yên di navbera rêxistina “Qaîdayê”, Qeter û Tirkiyê de çêbûn, ji cîhanê tevî re isbat dike ku tiştê me di salên borî de gotibû, rast in.

Ensar el-Şeri’ya, Keta’ib Ebû Selîm û bermahiyên Qaîda û rêxistina Ixwan el-Muslimîn a terorîst tenê rûpoş in da destwerdanê li Lîbyayê bikin..

Ew jî bi rêya Qeter û Tirkiyê.

Li gorî dahûrandinên hevpeywendiyan, Mismarî got:

Ez dibêjim, wê pergalên parastina asmanî yên Tirkî derbas bibin, an jî artêşa Tirk bixwe, ev jî wê bi pereyên Qeterî werin.

Mismarî diyar kir ku, êrîşên wan yên asmanî yên baregeha dewleta Tirk a dronan kiribûn armanc, dewleta Tirk pir tengezar kir.

Ji lew re, da eyba xwe veşêrin, wê êrîşekê der heqê hêzên me de pêk bînin..

Li gorî Mismarî jî, wê ev yek bi piştevaniya yekser a Temîm û Erdogan be.

Leave a Reply

Back to top button