“Em ê xebatê ji bo xizmetkirina doza xwe bidomînin”

Pêr salvegera damezirandina Komîteya Koçberên Serêkaniyê bû.
Bi vê boneyê komîteyê daxwiyaniyek da û got: “Em ê xebatên ji bo xizmetkirina doza gelê xwe û vegera wan a ewle bidomînin.”

Duh li li Kampa Koçberên Serêkaniyê komîteyê daxwiyanî da.

Komîteyê di daxwiyaniyê de got:

“Komîteyê ji bo ragihandina rewşa bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî xebat daye meşandin.

Her wiha sûc û binpêkirinên rojane yên ji aliyê dagirkeran ve li herêmê tên kirin belge kirine.

Me hewl dida der barê rewşa li Serêkaniyê de raporan amade bike.

Da ku pêşkêşî dadgehên herêmî û navneteweyî bikin.”

Di dawiyê de hat gotin dê komîte heta vegera ewle ya şêniyên Serêkaniyê, xebatên xwe bidomîne.

Back to top button