”Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûr pêwistî bi ramanên Rêber Ocalan heye”

Jinên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku wê rayedarên Herêmê nikaribin belavkirina fikirê Rêber Ocalan asteng bikin.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku pirtûkên Rêber Ocalan belav nebin PDK ketiye nava liv û tevgerê .

Derbarê mijarê de jinên rojnamevan û aktivîst ji Roj News ê re axivîn.

Rojnamevana bi navê Şoxan Mîrza diyar kir ku li Başûr her fikrek behsa azadî û rastiya civakê dike tê astengkirin.

Şoxan got:

”Her hewldana astengkirinê ya ji bo belavbûna fikirê Rêber Ocalan wê bê encam be.”

Şoxan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku niha Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya Tirkiyeyê deye, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstî bi ramanên Rêber Ocalan heye.

Her kesê ku Rêber Ocalan nas bike, dizane ku hemû jiyana xwe ji bo çi derbas kiriye,

Çalakvana bi navê Nizar Mihemed jî wiha anî ziman:

“Pirtûkên Rêber Ocalan ji dilê wî derdikevin, Rêber Ocalan mafên mirov yê bingehîn jêre da nasîn.

Çi qasî fikirê Rêber Ocalan asteng bikin, wê dawiyê ew fikir û raman bigihê ciwanan.”

Çalakvanên Germiyan: PDK’ê naxwaze civak hişyar bibe

Back to top button