Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Diyab li Şedadê hat oxirkirin

Şehîd Ehmed Diyab li goristana şehîdan a li Şedadê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Şervanê Hêzên Sûriya demokratîk-QSD’ê Ehmed Newaf Diyab li bajarokê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.

Îro şehîd Ehmed Diyab bi merasîmekê li gorsitana şehîdan a li Şedadê hate oxirkirin.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, yek ji fermandarên Meclisa Şedadê ya Leşkerê Ewde El-Hisên û Endama Meclisa Malbatê Şehîdan a Şedadê Ayat Ibrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate westin û soza berdewamiya riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan, nasnameya Şehîd hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd bi dirûmşneyan oxirkirin.

Back to top button