Êrîşên dewleta Tirk li Almanyayê hate şermezarkirin

Kurdên li Almanya û Swîsreyê bi çalakiyên cûda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li bajarê Bielefeld yê Almanyayê, Kurd û dostên wan derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyekê şermezar kirirn.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin.

Kurdên li Swîsreyê ji bo êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Kurdên li bajarê cenevre yê Swîsreyê jî, rîşên dagirkeriyê bi meşekê şemezarkirin.

Li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nêzî 10 roj in Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

Mustafa sivîlên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got:

“Armancgirtina qadên jiyanê yên gel û navendên tenduristiyê, perçeyek planên qirkirinê yê Tirkiyê ye.”

Mustafa got heta êrîş neyên rawestandin dê kurd li qadabin û li henber van êrîşan bisekinin.

Li ser navê Meclîsa Demokratîk a Kurd a Swîsreyêjî, Ramazan Baytar daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber nûnertiya YE’ê hatin protestokirin

Back to top button