Bi destpêkirina demsala zivistanê re ji ber dorpêça Hikumeta şamê ya li ser bajarê Helebê rewşa Koçberan dijwartir bûye.
Koçberên efrînê yên ku li taxa şêxmeqsûd û eşrefiyê dimînin ji ber dorpêça hikûmata şamê mecbûr dimînin bermahiyên kargehan ji bo xwe germbikin dişewitînin.
Di derbarê vê dorpêçê de Welatiya bi navê Rozîn Bekir a ku koçbera taxa Şêxmeqsûd a Helebê axivî.
Rozîn Bekir diyar ki ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser bajarê Helebê êdî gelek zehmetiyan dikşîne û wiha got:
” Ji bo germkirina 8 zarokên xwe di vê zivistanê de û di gel dewama dorpêça hikumeta Şamê, bermahiyên kargehên weke caw,plastîk komdike û dişewitîne.
Rozîn dazanîn ku li gel vê jî şewitandina blastîk û tiştên din ên çêkirî gazên giran û madeyên kîmyewî yên jehrî derdixin,bi wê re bandorê li çav, poz dike, kuxik û serêşiyê çêdike.
Rozîn diyar kir ku tevî vê rewşa zehmet jî ew li hember siyasetên dorpêç û birçîbûnê ya ji hêla hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin li ber xwe didin.
Ji ber dorpêçê ji sedî 40 kargehên Şêxmeqsud û Eşrefiyê hatine girtin