Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji bo fedekariya birîndarên şer şahiyek li dar xist.
Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî Şahî li qada Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê bûn.
Şahî li qada Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê hat li dar xist.
Di şahiyê de, yek ji birîndarên şer, Tirkî El Hesen, spasiya amadekarên şahiyê kir û soza berdewamkirina têkoşînê da.
Her wiha El Hesen bang li ciwanan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û dev jê bernedin.
Piştre endamên navenda Çand û Hunerê helbest xwendin û stran hatin gotin.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan xelatên sembolîk li birîndarên şer belav kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.