“Dagirkeriyê vê carî yekser sivîl kir armanc”

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zêdan El Asî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di aliyê siyasî, aborî û ewlehiyê de derbeyê li Rêveberiya Xweser bixe û got:
“Êrişên vê dawiyê bi awayekî giştî cûda bû vê carî yekser hedef sivîlbûn, dewlet Tirk sûcê şer dike, dewama van êrişan dê bandorê li tevahî cîhanê bike.”

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 44 cihên qadên jiyanî kirin armanc.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zêdan El Asî, derbarê mijarê de axivî û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve dewam dikin.

Lê êrişên vê dawiyê bi awayekî giştî cûda bû vê carî yekser hedef sivîlbûn.”

Zêdan El Asî diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawî de hêmanên jiyana welatiyan hedef girtin û got:

Zêdan El Asî: Dagirkeriya Tirk hêmanên jiyana welatiyan dike hedef

“Dewleta Tirk hewl dide di aliyên siyasî, ewlehî û aborî de derbê li Rêveberiya Xweser bixe.

Bendên ewlehiyê ku erkên wan parastin û pêkanîna îstîqrara herêmê ye kirin armanc û ev yek sûcên şer e.

Bi wê re dihêle komên terorîst ên li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser û şaneyên li hundir tev bigerin.”

Zêdan anî ziman ku ger valahiyeke ewlehî çêbe, dê kareset pêk bê û bandorê li herêmê û tevahî cîhanê bike û wiha domand:

“Bêdengiya li hember êrişa hevkariya wan nîşan dide”

“Rêveberiya Xweser û QSD′ê ji bo tevahî cîhanê şerê çeteyên DAIŞ′ê kir, lê îro jî cîhan li êrişên dagirkeriya Tirk temaşe dike.”

Zêdan li ser lihevkirinên navneteweyî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev tişt got:

“Di navbera me û dewletên Rûsya û Amerîkayê de lihevkirin hene ku ev lihevkirin neyên binpêkirin.

Lê dewleta Tirk her tim van lihevkirinan bin pê dike û hikumeta Şamê ya ku qaşo parastina xaka Sûriyê dike, tu bertekê nîşan nade.”

Zêdan El Aslî di dawiyê de bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî li ser nedayîna tu helwestan der barê êrişan de rexne kir û got:

“Ger bertek li hember van êrişan nehatin dayîn dê dewleta Tirk êrişên xwe zêde bike.”

Mamosteyan têkildarî êrişan dosyayek pêşkêşî Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî kir

Back to top button