Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên deweta Tirk a dagirker dosyayek pêşkêşî Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî kir.
Mamosteyan bang li Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser xwendekar û mamosteyan bikevin tevgerê.
Di dosyayê de agahiyên têkildarî hejmara dibistanên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine hedefkirin, hatin diyarkirin.
Hate destnîşankirin ku êrişên domdar bandorê li qada perwerdeyê dike û wiha hat domandin:
“Ji 25’ê mehê ve, dibistan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heta demeke ne diyar ve hatine girtin.
Girtina dibistanan bandoreke neyinî li zarokan dike û nahêle perwerdeya xwe temam bikin.
Di heman demê de tirs û bê hêviyê dixe nav wan.”
Yekitiya Mamosteyan kiryarên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kirin.
Di dosyayê de Yekitiya Mamosteyan bang li her kesî kirin ku li hemberî êrişên nemerdane piştevaniyê bidin wan.