Di êrişa doh a dewleta Tirkiyê a qirker de, li gundekî Şengalê 5 karkerên ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne şehîd bûn.
Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ajansa Rojnews’ê re parve kiriye, nasnameyên şehîdan wiha ye:
Remezan Hamadî, Şahîn Elî, xelkê Kobanê ye, Hisên El-Hisên xelkê Taybe ye, Ehmed El-Mihemed Elkî, xelkê Reqa ye û Mûnîr El-Bikûr, ew jî xelkê Reqa ye.
Lê heta niha wêneyê karkerê şehîd yê bi navê Mûnîr El-Bikûr bidest neketiye.