QSD li xwe mukurhatina 3 sîxurên dewleta Tirk ragihand

Têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê a li dijî şaneyên terorîst û sîxoran li herêmê dewam dike.
QSD’ê şaniyeke sîxurên dewleta Tirka a dagirker ku ji 3’ê kesan pêk dihat girt. QSD’ê diyar kir ku ev şane bû sedema şehîdbûna berpirsê têkiliyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd Bozen.

Dewleta Tirk a dagirker li hember rojavayê Kurdistanê û bakûr û rojhilatê Sûriyê, tevî êrîşên leşkerî gelek caran bi rêya sîxuran jî êrîşan dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku hêzên wan ‘ê li Minbicê şaniyeke sîxurên dewleta Tirka a dagirker ku ji 3’ê kesan pêk dihat girtin.

Navendê diyarkir ku jina bi navê Meysa Mihemed Elî û zilamê bi navê Hisên Mihemed Elî ku xuşk û biyarên hevin û kesên din ê bi navê Mueyid Selah El Xeswan hatine girtin.

Ew sîxuran li xwe mukur tên ku destê wan di şehadeta berpirsê têkiliyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd Bozan Osman Berkel de heye.

Sîxura bi navê Meysa di li xwe mukurhatina xwe de got :

“Pirsgirek di nava min hevjînê min de çêbûn û em ji hev cuda bûn.

Piştî wê bi demekî kesê bi navê mueyid çûn û hatina wî li gel me çêbû.

Bi demê re wê ez xistim nav karê sîxortiyê.

Piştî demekî min jî birayê xwe Hisên xiste nav wê kar.”

Hisên Mihemed Elî jî di mukul hatina xwe ya şehîd xistina şehîd Bozan de van tiştan dibêje:

Şehîd bozan hatibû mala me.

Mueyid li min pirs kir ka kî li gel meye, min jî jêre got şehîd Bozan li gel meye.

Wî ji min fotorafek wî xwest û min jî jêre şand.

Piştre Mueyid mayînekî ji kesê bi navê Heyran wergir û di seyareya Şehîd Bozan de bi cih kir.”

Sîxorê bi navê Mueyid Selah El Xeswan jî bi heman awayî li xwe mukur tê ku destê wî di şehîd xistina şehîd Bozan de heye.

Back to top button