QSD’ê mikurhatina sîxurên destê wan di şahadeta şervanan de heyî weşand

Hêzên QSD’ê şapandin û lêkolîna xîsûr û xayînan dewam dike.
QSD’ê li Minbicê şebekeyek xîsûrên dewleta Tirk ku bûn sedama şehîdkirina Endama Meclisa Leşkerî a YPJ’ê Şervîn Serdar û her du hevalên wê Canda Cudî û Nûcan Ocelan, girtin.
QSD’ê eşkere kir ku hemû sîxûr, ajand û xayîn ji edalelê neyên xilas kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD’ê mukirhatinên çeteyan ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de, wiha hate gotin:

“Di 15’ê Îlona 2023’an de balafirek bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirek li Minbicê erebeyek hêzên YPJ’ê bombebaran kir.

Di êrîşê de, Endama Meclisa Leşkerî a YPJ’ê Şervîn Serdar û her du hevalên wê Canda Cudî û Nûcan Ocelan şehîd bûn.

Hêzên me piştî lêkolîn û şopandina bûyerê hate xuyakirin ku li pey vê êrişî komeke sîxûrên dewleta Tirk a dagirker hene.

Piştî vê, koma sîxûrê ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.”

QSD’ê diyar kir ku peywendiya şebekeyê bi MÎT’a Tirk re ji kesekî re ku navî wê Yûnis El-Ehmed û li herêmên dagirkirî ye.

Şebekeya Sîxûrê ji 4 kesan pêk tê.

Ev çete navê wî Hisên Îsmaîl El-Ehmede ji gundekî li gundewarê Minbicê ye.

Ji min xwest ku wêneyên navendên leşkerî jê re bişînim.

A dinî rojê min ji wêneyê navendeke leşkerekî jê re şand.

Ev sîxûr Îsmaîl Hecî El-Ehmede ji Minbicê ye.

Wêneyên saziyên sivîl ji MIT a Tirk re şandin.

Ji min xwest wêneyek li ser findiqê û sotemeniyê xwest.

Min jê re got ji bo çi tu van wêneyan dixwazî.

Piştî 2-3’ê rojan gef li min xwar ku heke ku wêneyan neyînî, ez ê malbata te bikujim.

Ji ber vê min wêne jê re şand.

Ev jî sîxûrê binavê Îsmaîl Hemûd El-Ehmed ji Minbicê ye.

Yûnis kurê apê mine.

Yûnis ji min xwest ku bi Mîta Tirk re kar bikim.

Ji min wêneyên cihên leşkerî û fermandarên QSD’ê xwest.
Li ser her bûyerê ew ê 3300 dolarên Amerîkî bide min.

Yûnis ji xwest ku kengî erbeya Sara û Rûken ji nuqteyê derkeve bişopînim.
Roja din seat 10’ê sibehê ez li ber nuqteyê bûn.

Dema erebe derket ez li pey wê bûn.
min di riya telefonê ji Yûnis re şand ku erebe bi aliyê gundê Hesen Axa û Seed Tişrîn ve çû.

Yûnsi got ku erebe hat bombebaran kirin lê ti kes zirar nedît.

Piştî vê êriş careke din pêk tê.

Ev jî çeteyê bi navê Tariq Hemdî El-Ehmed ji Minbicê ye.

Tê agahiyan li ser Sara bide min.
Destpêkê ez ê 3 hezar dolar bidim te.

Di seat 11’an de erebeya heval Sara heta gel me û min ji Yûnis re got.

Yûnis got çiqasî wê li gel we bimîn e.

Min got ne zêdeyî seatekê.

Pişt ku erebe derket û zêdeyî 2 km meşiya hate armanckirin.

Ji Yûnis re got ka pereyên min.

Yûnis got pere tu ye û nemara li gel xwe rake.

QSD’ê diyar kir ku ew ê li pey kesên sîxûr û xayîna bin, wan bigirin û derxin pêşberî edaletê.

Back to top button