Erdogan bi Putin re axivî û agirbest gotûbêj kir

Têkildarî pêkanîna agirbesta li Idlibê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê re axivî.

Bi daxuyaniyekê Kremlin ragihand ku, duh serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi serokê Rûsyayê Viladîmir Putin re bi riya telefon axivî.

Hat ragihandin ku aliyan lihevkirina Tirkî-Rûsî ku 15 Adara borî pêk hat, nîqaş kirin.

Li aliyekî din di çarçoveya binpêkirina agirbesta navborî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê karwanekî leşkerî ya dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bû.

Ji destpêka agirbest vê, Tirkiyê bêhtirî 2150 erebeyên leşkerî derbasî Idlibê kiriye

Çavdêriyê eşkere kir ku bêhtirî 20 erebeyên leşkerî ji dergeha Kefer Losîn a Lîwaya Skenderon, ber bi herêma agirbestê yên Putin-Erdogan a Idlibê ve çûn.

Bi vê yekê, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan, bêhitrî 2 hezar û 150 maşîneyên dewleta Tirk derbasî Sûriyê bûne.

Back to top button