Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê

Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirkiyê ku binesaziya herêmê careke din kir amramc gel bi hêrs in û li qadan in.
Pêkhateyên herêmê gotin: “Bila dewleta Tirkiyê baş bizanibe ku ev êriş me lawaz nakin, lê belê me bêhtir xurt dikin.”

Bihêrsekî mezin li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li qadan bûn.

Li navçeya Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê konê çalakiyê hate vedan.

Bi sedan xelkê navçeyê beşdarî çalakiyê bûn û êrişên hovane bi tundî şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li dewletên navnetewî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrişên qirkirinê rawestînin.

Ev der Şehba bû, ji seatê sibehê ve xelkê wê kom bûn û bi tundî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mêtingê gelek axaftin hatin kirin û tê de bang li aliyên navnetewî hate kirin ku rê li van êrişan bigre.

Beşdarên meşê jî teqez kirin ku tu rê ji bilê berxwedanê tune ye, ew jî amade ne vê rêyê dewam bikin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirkiyê meşek lidar xistin.

Di meşê de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mihemed Şêxo axivî û got:

“Dewleta Tirkiyê bi van êrişên xwe dixwaze herêmê ji gelên wê yên resen vala bike.

Lê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku berxwedana me ji tank û topên wê bihêztir e.”

Ev der jî Minbic e.

Di meşê de, Minbiciyan gotin,

Li dijî êrişan wê ticarî gavê paşde neavêjin..

Pişt re daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku di demekê de cîhan xwe ji serê sala nû re amade dike, lê li herêmê komkujî li ser destê dewleta Tirk çêdibin.

Her wiha li Tebqayê jî meşek li dijî êrişan hate lidarxistin.

Di meşê de êrişên li dijî sivîlan û binesaziyê herêmê hate şermezarkirin.

Bi daxuyaniyan êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Back to top button