Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li CPT da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo naskirina rewşa Rêber Apo serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroyê di serlêdanê de ji CPT’iyê xwest ku tavilê biçe Îmraliyê. Her wiha ji wan xwest ku rê bê dayîn da ku parêzer jî biçin serdana muwekilê xwe. 

Ji Adara 2021’an ve ti agahî li ser rewşa Rêber Apo nayê girtin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo naskirina rewşa Rêber Apo gelek xebat kirin.

Vê carê jî buroyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.

Di serlêdana buroyê de ev tişt hatin diyarkirin:

”17 meh in ti agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê girtin.

Tenê di 5 mehan de 61 serlêdanên parêzeran û yên malbatê hatin astengkirin.

Ji bo wê jî parêzeran serî li Serdozgeriya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Wê demê ji wan hat xwestin ku divê parêzer biçin miwekîlênxwe bibînin.

Lê heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanê û bê bersiv hatiye hiştin.

3’yê sibata 2022’an jî Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê cezayê dîsiplînê ferz kiribû.

Ev ceza jî Hezîrana îsal bi dawî bû, lê tevî wê jî nehiştin ku serlêdan pêk were.

31’ê Gulana Îsal qedeeya hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan ferz kirin.

Ev yek jî sûc e.

Buroyê ji CPT xwest ku serlêdana Îmraliyê bike

Di serlêdanê de Buroyê ji CPT’î ev daxwaz kirin:

Divê Komîte bi awayekî lezgîn li Girava Îmraliyê serdanekê pêk bîne.

Divê tavilê parêzer biçin serdanê û dawî li biryarên qedexkirinê bê anîn.

Divê malbat biçin serdanê û astngî li pêşiyan wan neyê derxistin.

Divê mafê telefonê jî bi awayek rûtîn bê temînkirin.

Divê hemû astengiyên li pêşiya name û faksan bê rakirin.

Divê dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn.

Û her cure sepanên li dijî hiqûqê were bidawîkirin.

Şert û mercên îşkenceyê jî divê ji holê bê rakirin.

Back to top button