Artêşa Tirk 2 gundên Til Temirê topbaran kir

Artêşa dewleta Tirk vê sibehê gundên Til Temirê da ber topan. 

Beriya du saetan artêşa Tirk gundê Şêx Elî yê Til Temirê topbaran kir.

Doh jî heman artêşê êrişî gundê Um Xêr ê başûrê rojavayê Til Temirê kir.

Hat ragihandin ku ev gund bi çekên giran hatî topbaran kirin.

Rojane li dijî navçeya Til Temir û gundên wê ev êriş hene.

7’ê vê mehê dîsa dagirkeran li gundên Til Temirê dabûn.

Û ji ber topbarana zêde ziyan gihşt xeta kehrebê û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Back to top button