Di kongreya li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê de Yekîtiya Komunên Kurd damezrandina xwe ragihand.
9 komun hatin avakirin.
Kurdistaniyan li bajarê Sheffield ê Îngilîstanê, di kongreya çarçoveya xebatên avakirina komuna demokratîk de li hev civiyan.
Kongre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Siyasetmedar Kemal Aktaş bi rêya înternetê tevlî kongreyê bû, derbarê rojeva siyasî de nirxandinan kir.
Aktaş diyar kir ku piştî Peymana Sykes-Picot Kurdan bi salên dirêj parçekirî û di bin zextande de jiyan kirin.
Aktaş anî ziman ku paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo deriyê serdemekî nû vekir kû avakirina komunana a li ser bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Herîş Huseyîn ku nirxandina rêxistinî kir, bal kişand ser geşedanên li Rojava.
Huseyîn anî ziman ku dirûşmeya “Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke” ruhê yekîtiyê ya serdema nû îfade dike.
9 Komun hatin ragihandin
Di kongreyê de, 9 komunan di qadên çand û huner, dîplomasî, rêxistinbûn, malbatên şehîdan, ekolojî, werzîş, ciwan, jin û komaleyê hatin ragihandin.
Hevberdevkiya komunan hatin hilbijartin, diyarkirin ku ew ê erkên xwe bi têgihiştina xebata kolektîf bimeşînin.
Kongre bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.



