Li gorî raporên çapemeniyê yên Amerîkayê, vê êvarê artêşa Amerîkayê li dijî xal û pargalên parastinê yên leşkerî yên Îranê, li derdora Tengava Hurmuzê rêze êrîş pêk anîne.
Malpera “Axios” ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkayê diyar kir ku
Artêşa Amerîkayê li 2 xalan a nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastina mûşekan, asîmanî û ferîbotên bilez ên Artêşa Pasdarên Îranê daye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku operasyon wek bersivek li ser êrişeke li dijî keştiyeke konteynerê ya sivîl kû bi ala Qibrisê dema ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibû, pêk hat.
Wê êrişî hişt keştî bişewite, ziyanek mezin bi jora ajotinê bibe û endamekî ekîbê jiyana xwe ji dest bide
Çapemeniya Îranê jî ragihand ku bi qasî 10 û 11 mûşek li girava Qeşim a Îranê ketin.
Parêzgerê giravê Hisên Emîr Teymûrî jî got hemû armanc leşkerî bûn û tu birîndarî çênebûn.



