Tirkiyê bûyê welatê bêhiqûqiyê

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li ser tecrîd û bêhiqûqiya Tirkiyê axivî.
Ozturk Turkdogan diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bêhiqûqiye û got:
“Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.”
Parêzer Firat Taşkin jî destnîşankir ku polîtîkayên li girtîgehan wê encam negre.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan têkildarî tecrîdê axivî.

Turkdogan anî ziman ku bêhiqûqiya sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got:

Ozturk Turkdogan: Bêhiqûqiyê li Îmraliyê destpê kir

“Em gelek caran qanûna înfazê ya Tirkiyeyê rexne dikin.

Lê di vê qanûna înfazê de jî tu xalek ku rê li ber astengkirina hevdîtina veke, nîne.

Ji ber vê yekê li vir rewşeke bêhiqûqiyê heye.

Ew tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin ji tecrîda girankirî jî wêdetir e.

Jixwe bêhiqûqî li Îmraliyê dest pê kiriye. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn niha bi cih naynin.

Ozturk Turkdogan: Rakirina tecrîdê meseleyeke hiqûqî ye

Turkdogan bal kişand bi ser binpêkirinên mafan ên li girtîghan û wiha pê de çû:

“Helwesta girtiyên siyasî yên di warê rakirina tecrîdê helwestek di cihê xwe de ye.

Di vî warî de daxwazên wan ên rakirina tecrîdê daxwazên mafdar in.

Ev mijar, mijareke mafên mirovan e, meseleyeke hiqûqî ye.

Yanî mesele daxwaza mafekî bingehîn e. Ne daxwazeke siyasî ye.

Ji bo vê yekê divê demildest dawî li tecrîdê were.”

Firat Taşkin: Girtîgeh veguherîn qadên berxwedanê

Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikum xwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Firat Taşkin jî têkîldarî girtigehan axivî.

Firat Taşkin bal kişand ser greva birçîbûnê ya dorveger û wiha got:

“Weke tê zanîn Abdullah Ocalan zêdeyî hezar roj in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye.

Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) heta niha der barê Girtîgeha Îmraliyê ya ku tecrîda girankirî lê tê meşandin, tu daxuyanî neda.

Lê girtî li dijî polîtîkayên ku tê xwestin bên pêkanîn, dengê xwe bilind dikin.

Ev rewş jî nîşanî me dide ku polîtîkayên li girtîgehan tên meşandin encam nagirin.”

Li Meksîkayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin

Back to top button