Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û got:
“Divê gelên herêmê li dijî êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk yekitiya xwe xurt bikin.”
Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Kanûnê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêleke nû ya êrîşên hewayî kir.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de heta niha binêsaziya herêmê û gelek cihên welatiyên sivîl hatin armanc girtin.
Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya qada navneteweyî axivîn.
“Erdogan dixwaze DAIŞ’ê jinûve zindî bike”
Rûspiyê Eşîra El Elî ya Qebîleya El Welde Remezan Rehal anî ziman ku dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike û got:
“Dagirkeriya Tirk dixwaze bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaze azadiya gelan asteng bike.
Erdoganê dagirker li dijî jiyana bi hev re a gelên herêmê ye.
Ji bo vê yekê dixwaze DAÎŞ’ê ji nûve zindî bike.
Divê her kes helwesta xwe ya zelal nîşanî dagirkeriya Tirk bide.”
“Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîhan ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kir”
Şêxê Eşîra El Taî ya Kantona Reqayê Elî Mihemed El Taî jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê da û got:
“Em êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin.
Divê civaka navneteweyî ji vê hovîtiya Tirk hesap bipirse.
Dewleta Tirk a dagirker li dijî aramî û aştiya herêmê ye û ji bo vê yekê êrîş dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistinên gelek bi qîmet bi dest xistin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hêzên parastina civakê bibin yek û yekîtiya xwe xurt bikin.”
Mamosteyan têkildarî êrişan dosyayek pêşkêşî Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî kir