Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen li ser êrîşên dewleta Tirk axivî.
Elî El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike.
Ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire.
Dewleta Tirk a dagirker qadên tenduristiyê, xizmetguzariyê û hêzên ewlekariya hundirîn hedef digire.
Li Qamişlo, Kobanê, rêya sereke ya Amûdê ji hêla balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bomberankirin.”
Bi van êrîşan hewl dide rê li ber ketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veke.
Em ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna ewlehiyê li hemû herêmê zêde bikin.
Em soza xwe ya ji bo parastina ewlekarî û ewlehiyê berdewam bikin.
Her dem li hemberî hemû êrîşên terorîstî yên ku herêmê hedef digirin re bibin bersiveke xurt.”