Li Mexrîbê Rayyanê ku 5 rojan di bîreke 32 metreyî de asê mayî koça dawî kir

Rayyan ê 5 salî ku 1’ê Sibatê li Fasê ketibû bîreke 32 metreyî, hat derxistin û rakirin nexweşxaneyê. Dîwana Qraliyeta Fasê ragihand ku tevî hemû hewildanan Rayyan koça dawî kir.

Hat ragihandin ku zarokê bi navê Rayyan ê 5 salî ku li Fasê piştî xebata 5 rojan ji bîrê hat derxistin.

Rayyan ê ku li bajarê Şafşavan ê bakurê welêt di bîreke kûrahiya 32 metreyan de asî mayî, piştî hewildana bêtyirî 100 saetan ji bîrê hat derxistin.

Rayyan piştî hate derxistin yekser ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Dadgeha Qraliyetê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Rayyan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku Qralê Fasê Mihemed ê 6’emîn ji malbata Rayyan re sersaxî xwestiye.

Back to top button