Li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şereke dijwar rû da

Li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şereke dijwar rûdide. Heta niha bi dehan çete hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro di saetên êvarî de di navbera çeteyên “Firqet El-Hemzat” û çeteyên ji Xûtayê yên ku li Efrînê hatine bi cihkirin şer rû da.

Li gorî Çavdêriya Sûrî çeteyên koma Hemzat dikaneke xelekê herêma Erbîn a Xûtaya rojhilata ku piştî dagirkirina Efrînê dest danî ser, kir hedef.

Êrîş piştî ku xelkê Xûtayê qebûl nekir dikanê radestî wan bike, dest pê kir.

Di encama şerê ku li ser rêya Racoyê dest pê kir û hîna jî didome, çeteyek ji Xûtaya Şamê û 3 çeteyên koma Hemzatê hatin kuştin.

Her wiha di encama gulebarana bêserûber jî 3 zarok jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku çeteyên ji Xûtaya Şamê çend nuqteyên çeteyên Hemzatê kontrok kirin û hejmarke çete jî dîl girtine.

Her wiha rêyên ketin û derketina ji bajarê Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatine girtin.

Back to top button