Metirsiyek cidî li ser tendirustiya Girtiyên Behdînanê heye

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirov bi daxuyaniyek balkişand ser rewşa girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ne û got, “Metirsiyek gelek cidî li ser jiyana girtiyan heye.”

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirov bi daxuyaniyek nivîskî îşaret bi rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de kir û got:

“Metirsiyek gelek cidî li ser jiyana girtiyan heye.

Tevî vê yekê jî rojane hejmara kesên tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin zêde dibe.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev çalakvan û rojnamevan li gor pîvanên maf û azadiya fikir bi awayek neheq hatine girtin û cezakirin.

Tora Parastina Azadî û Mafên Mirov ev daxwaz ji aliyên peywendîdar kir:

“Daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar, rêxistin û rêxistinên navdewletî dikin alîkariya van girtiyan bikin.

Girtin û cezakirina van çalakvan û rojnamevanan binpêkirinek mezin a yasayên Herêm, Iraq û danezana mafê mirov a cîhanî ye.

Back to top button