Şaredariya gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê milkên gel diparêze

Kesên ku berê xwe dan derveyî welat bûne mal û milkên xwe li dû xwe hiştine.
Mînka li Helebê di salên 2015-2016’an gelek şênî koçber bûn.
Niha jî Şaredariya gel 115 dikanên ku xwediyên wan penaber bûne, diparêze.
Şaredariya Gel beramberî vekirina her dikanekê mehane 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê distîne.

Rêveberê Komîteya Girêbestên Dikanan a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Osman Pilind got:

“Komîteya Milkan a Şaredariya Gel bi rêya belgeyên qanûnî van dikanan diparêze.

Şaredariyê bi vê yekê rê nade tu kesî ku dest deyne ser milkên welatiyên li derveyî warê xwe.

Lê bi rêya kesên ku dixwazin kirê bikin, xistiye xizmeta civakê.

Ev yek ji bo pêşxistina qada aborî dibe pêngavek e..”

Pilind eşkere kir ku armanca me ne qezenca aborî ji bo şaredariyê ye..

Armanca me ku em destekê bidin karker û ciwanan .

Back to top button