BERWARÎ: ARMANCA TIRKIYÊ, TÊKBIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E

Êrîş û dagirkeriya dewlet Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dewamin û zêdebûne. Li dijî vê yekê bertekî jî zêde dibin.

Endamê KNK’ê Kamuran Berwarî diyar kir ku kesên dibêjin PKK’ê sedma hatina Artêşa tirk a başûrê kurdistanê ye ew dostê Erdogan.

Xalid Qadir ku ew jî endamê KNK’ê bang li hemû partiyan kir ku berjewendiyên xwe bidin aliyek û dibin sîwana kongreya netewî de kom bibin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamuran Berwarî têkildarî armancên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan ji Rojnews’ê re axivî.

Dr.Kamuran Berwarî destpêkê bal kişand li ser armanca dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê .

BERWARÎ: KESÊN PKK’Ê SÛCDAR DIKIN, DOSTÊN EROGAN IN

Di dewama axaftina xwe de Berwarî îşaret bi gotinên ku dibêjin PKK’ê sedemê hatina dewleta Tirk a dagirker ya li Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman:

XALID QADIR: DIVÊ HEMÛ PARTÎ DI BIN SÎWANA KONGREYA NETEWÎ DE WERIN GEL HEV

Endamê KNK’ê Xalid Qadir jî heman mijar nirxand.

Qadir diyar kir ku ev 25’ê sal xaka başûrê Kurdistanê di bin destê dagirkerên Tirk deye û roj bi roj cihê xwe qayîm dike.

Xalid Qadir îşaret bi şoreşa Rojava jî kir û dest nîşan kir ku êdî hebûnek siyasî hatiye ava kirin û gel bi xwe xwe rêve dibe.

Dewleta tirk a dagirker jî li hember van destkeftiyan bi hêrse û her roj êrîş dike.

Lewma li dijî vê dagirkeriyê divê hemû partî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û dibin sîwana kongreya netewî de kom bibin.

Leave a Reply

Back to top button