Di çarçoveya çalakiyên pêngava gelên cîhanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Tebqayê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Meş ji pêşiya navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniyê yê Tebqayê dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve bi rê ket.
Li pêş navendê meş vegerî mîtîngê û daxuyaniyek hat dayîn û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku dewlet û desthilatî hewl didin fikra Rêber Abdullah Ocalan tune bikin û fikra wî li ser plan û komployên xwe xeter dibînin.
Dawiyê hate gotin êdî bes e ji tecrîdê û sûcên dewleta Tirk a dagirker, dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.