Dêrazor-Boriyên ji bo qaçaxçiya sotemeniyê bo herêmên Şamê hatin girtin

QSD’ê mîqdareke boriyên blastîkî yên ji bo qaçaqciya sotemeniyê ber bi herêmên hikumeta Şamê ve dihat kirin, girtin.

Di çarçoveya operasyonên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî qaçaqciyê de Hêzên Sûriya Demokratîk QSD xebatên xwe didomîne.

QSD mîqdareke boriyên ku ji bo qaçaqciya sotemeniyê bo herêmên hikumeta Şamê dihatin kirin, girtin.

Yek ji fermandarên QSD’ê Raman Hesekê got hêzên wan li aliyê rojava û rojhilatê Dêrazorê operasyona dijî qaçaqciyê da destpêkirin.

Raman Hesekê anî ziman ku ev herêm dikevin keviya çem û borî li cihên cuda li van herêman dirêj kiribûn.

Ji fermandarên QSD’ê Raman Hesekê anî ziman ku bi hewldana QSD’ê ev borî û gelek qaçaqcî hatin girtin û radestî edaletê hatin kirin.

Back to top button