Li Minbicê ji bo geşkirina aboriya civakî civînek hat lidarxistin

Nivîsgeha Projeyên Koperatîfan li Minbicê derbarê xurtkirina zanabûna aboriya civakî û teşwîqkirina civakê li ser koperatîfan û aboriya komînal civîneke fireh li dar xist.

Nivîsgeha Projeyên Koperatîfan li Minbicê bi dirûşma “Ber bi jiyaneke hevbeş, hevpar û civakî koperatîfî” civînek li dar xist.

Di civînê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Komîteya Aborî, Çandinî û Avdanê beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo diyar kir ku armanc ji projeyan, hevgirtina çandî û civakî were xurtkirin.

Sîhan Hemo da zanîn ku li gorî hişmendiya aboriya komûnal, durî pergala kapîtalîzmê, keysbaziyê tê afirandin.

Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Minbicê Ehmed El Xelef jî têgeha aboriya komînal gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

Di civînê de sînevîzyonek li ser projeyên koperatîfên li Minbicê hate pêşkêşkirin.

Back to top button