Awistraliya,Li dijî 42 DAIŞî’yan pêşnûmeya binçavkirinê hat ragihandin

Awstraliyayê ji ber piştgiriya wan bi DAIŞ’ê re, li dijî 42 welatiyên Awstralî pêşnûmeya binçavkirinê ragihand.

Polîsa fediral a Awstraliyayê li dijî 42 welatiyên xwe ku beriya niha çûbûn Sûriyê ji bo piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê pêşnûmeya binçavkirinê der heqê wan de ragihand.

Berdevkê polîsa Awstraliyayê teqez kir ku lêkolîn wan li ser hemû welatiyê ku berê xwe dabûn Sûrî hene û ev pêşnûmeya ku hatiye derxistin, bi armanca vegerandina jinên DAIŞî yên Awstraliyayî pêk tê.

Polîsê ne da xuyakirin gelo wê jinên Awstraliyayî yên DAIŞî ku li Kampa Holê girtî ne cihê xwe di nava van kesên ku dê bên binçavkirin, bigirin an na.

lê wezîrê Hundirîn yê Awstraliyayê “Peter Dutton” hişiyarî da ku vegera hinek ji jinên DAIŞî xeteiyke pir mezin li ser ewlehiya ye.

Back to top button