Welatiyeke Birîtanî ya DAIŞî plana teqîneke li Londonê girt ser xwe

Birîtanyayê ragihand ku ji bo pêkanîna 2 teqînan li bajarê Londinê, welatiya Birîtanî ya bi navê Safiya Şêx li xwe mikur hat.

Polîsên Brîtanyayê di daxuyaniyekê de Ragihand ku welatiya bi navê Safiya şêx derbarê teqandina dêra El-Qedîs Bols ya li Londinê, li xwe mikur hat.

Polîsan di daxuyaniya xwe anîn ziman ku Safiya Şêx a temenê wê 36 salî ye ji bo çêkirina pombeyê alîkarî ji welatiyekî Brîtanî xwest, lê ew welatî sîxurekî polîsan bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo teqandina dêra navborî, Safiya Şêx serdana dêrê dikir û beriya niha Safiya bi awayekî fermî piştgiriya xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re ragihandiye.

Polîsên Brîtanyayê di daxuyaniyekê destnîşan kir ku Safiya derbarê belavkirina fikir û ramanên DAIŞ’ê li ser malperên civakî, mikur hat.

Back to top button