Dayîk û hevjinên şehîdan: Ji bo Rêber Apo di nava çalakiyan de bin

Dayik û hevjînên şehîdan ên herêma Efrînê bertek nîşanî nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan.
Bang li her kesî kirin ku li dijî vê yekê di nava çalakiyan de bin.

Dayika şehîd Rizgar, Suheyle Şêx Ehmed li dijî tecrîda girankirî û gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan helwesta xwe wiha nîşan da:

“Em dayikên şehîdan, eger tenê tiliya Rêber Apo birîn bibe em ê ‎bibin topeke agir”

Dayika şehîd Xabûr, Fewziye Hiso jî destnîşan kir ku divê tevahî pêkhateyên herêmê ji bo Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin.

Dayika şehîd Tekoşer Efrîn, Nebîhe Hebeş jî got:

“Em jinên ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin, em ê ji bo wê jî têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Hevjîna şehîd Îbrahîm, Hêvîn Birîm jî ‎bang li gelên cîhanê kir ku ji bo naskirina rewşa Rêber Apo çalakiyên xwe zêde bikin.‎

Back to top button