Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî sala nû pîroz kir û hêvî kir ku ev sal, bibe navgîna aştî û ewlehiyê.
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman boneyê peyamek weşand.
Meclisê di peyama xwe de diyar kir ku ew bi hêvî ne ku sala nû bi xwe re mizgîniya aştî û ewlehiyê ji bo gelê Sûriyê bîne.
Her wiha hate gotin, gelê Sûriyê ev derdora 10 sal in di nava karestekê de ye, bi destwerdanên herêmî, navndewletî û gef û êrîşên Tirkiyê re hêmanên kûrkirinê qeyran zêdetir dibin.
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got:
Em dixwazin ku sala nû bibe navgîna pêkanîna aştî û ewlehiyê û dawî li wêranbûn, alozî û parçebûna gelê Sûriyê bîne.