Bêrîvan Xalid: Wê sala 2021 bibe sala pêşketina saziyên Rêveberiya Xweser

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid peyama sala nû bi rêya bernameya Sersal Taybet ya Televizyona me da û diyar kir ku wê sala 2021’an bibe sala pêşketina saziyên Rêveberiya Xweser.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji bernameya Sersal Taybet ya televizyona me re Ronahî TV’î re axivî û peyamek bo sala nû 2021’an da.

Bêrîvan da zanîn ku tevî zor û zehmetiyan wan saleke tijî kar û xebatên serkeftî derbas kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê dibêje:

Em ê sala 2021’an bi gavên pîroz, bikin sala pêşketina saziyên Rêveberiya Xweser.

https://youtu.be/7avOqYlNu8k

Back to top button