Li gorî Wezareta Tenduristiyê yê Libnanê,hêjmara qurbaniyên teqînê gihiştiye 135’an û 80 kes jî winda ne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Hemed Hesen diyar kir ku hêjmara qurbaniyên teqînê gihiştiye 135 kesî.
Hêjmara birîndaran zêdetirî 4 hezar kes e. Heman demê de 80 kes jî winda ne.
Her wiha hejmara beriya çend saetan ku hatibû belavkirin tê de li ser 100 qurbanî û zêdetirî 4 hezar birîndarî hatibû ragihandin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê got gelek birîndar heta niha nayên dermankirin, her wiha îşaret pê kir ku niha 6 nexweşxaneyên meydanî tên amadekirin.