Dayikên Şehîdan: Em ê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bê wate bikin

Dayikên şehîdan têkîldarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.
Dayîkan tekez kirin ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê têkoşîna xwe bidomînin.

Dayika şehîd Baz, Cumana Hemîd diyar kir ku tevî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker Rêber Apo li ber xwe dide û got:

“Emê bi riya pêkanîna ramanên wî li ber xwe bidin heta bigihêjin armancên xwe”

Dayika şehîd Mezlûm, Emîne Ebdo jî bal kişand li ser kiryarên li dijî Rêber Apo û wiha got:

“Li gorî qanûnan divê Rêbertî serbest were berdan, tecrîdeke giran li dijî wî tê meşandin.

Azadiya gelan bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

Dayika şehîd Hemûde, Emîne Esaf jî peyam da dagirkeriya Tirkiyê got:

“Em xwediyê heqiyê ne û di dawiyê de em ê bi ser bikevin.”

Qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re 12 sal in didome

Back to top button