Iraqê.. Serokê parlamentoya Iraqê Helbûsî îstifa kir

Serokê Parlementoya Iraqê Halbûsî ji peywira xwe îstîfa kir.
Sibe parlamentoya Iraqê pitşî xwepêşadanên dawiya Tebaxê wê cara despêkê bicive.
Beriya civînê, li herêmê tevdîreke zêde ya ewlekariyê hatiye girtin.

Li Iraqê beriya salek ji hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmeha 2021’an temam bibe, parlamento jî têk çû.

Serokê Parlementoya Iraqê Mûhammed Halbûsî yê ku du serdeman li ser hev serokatiya parlementoyê kiribû, ragihand ku wî ji peywira xwe îstîfa kiriye.

Wê parlementoya Iraqê sibe kom bibe û îstîfaya Halbûsî bixin dengdanê.

Li gorî agahiyan, ji seatên sibehê ve li ber Parlamentoya Iraqê heta ber Wezareta Plandanînê bend hatine danîn û deriyê wezaretê hatiye girtin.

Tê gotin dibe ku heman tedbîr li ser pira diçe herêma Kesk û herdu aliyê Kerc û Resave biheve girê dide jî bê girtin.

Bi tevlîbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Çarçoveya Hemahengî, Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne û parlamenterên serbixwe bi nava ‘Îdareya dewletê’ hevpeymaniyek ji bo avakirina hikûmeta Iraqê hate avakirin.

Ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiyah Sûdanî namzetê Çarçoveya Hemahengî ye.

Piştî bûyerên ji 29’ê Tebaxê ve, wê rûniştina pêşîn a parlementoyê pêk were.

Halbûsî yê ku tifaqeke mezin a Tevgera Sadr e di hevsengên siyasî de xwedî rolekî girîng e.

Parlementoyê herî dawîn di 23’ê Tîrmehê de rûniştina xwe kiribû.

Piştî alîgirên Muktada Sadr ketin avahiya parlamentoyê alozî gur bûbû.

Alîgirên Sadr bi qasî mehekê li hewşa parlementoyê rûniştibûn.

Di dawiya meha Tebaxê de jî di navbera alîgirên Sadr û milîsên Haşdî Şabî yên ku alîgirên Îranê ne, şer çêbûbû.

Di van şeran de nêzî 30 alîgirên Sadrê hatibûn kuştin.

Li gorî pisporên siyasî Halbûsî naxwaze îstîfa bike û tê diyarkirin armanca Halbûsî ev e ku piştgiriya ji bo wî tê dayîn piştrast û eşkere bike.

Bi gotineke din ew dixwaze bawerî û piştgiriya ji bo xwe nû bike.

Back to top button