HPG’ê: Li Zap û Metîna 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana gerîla bê çare maye careke din qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran di asteke bilind de bê navber dewam dikin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 26’ê Îlonê li Qada Sîda ya girêdayî herêma Zapê tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin, ku li derdora çeperên şer yên Şehîd Agir bûn.

Di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çadireke leşkerî jî hat rûxandin.

Heman rojê dîsa li Qada Sîda bi çekên ferdî û bombeyên dest li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên li Şehîd Agir.

Piştî vê çalakiya hêzên me, teqemeniya ku hêzên dagirker ji bo bombebarankirina çeperên şer amadekiribûn di wan de teqiya.

Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin kuştin.

26’ê Îlonê li Qada Çemço di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

27’ê Îlonê hêzên dagirker piştî ku çeperên şer yên li Şehîd Bahoz a girêdayî Qada Çemço bi çekên kîmyewî bombebaran kirin xwestin bikevin nava çeperan.

Tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin, di encamê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî qadên Gerîla bombebarankirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 26’ê Îlonê li Girê Cûdî ya girêdayî herêma Metîna tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin, di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 40 carî bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button