Tolo News ya Evxanî: Talîbanê li Kendeharê 100 sivîl kuştin

Kenala Tolo News ya Evxanî ragihand ku hêzên Talîbanê li Kendeharê piştî talankirina malan, 100 sivîl kuştin. Talîbanê jî ji aliyê xwe ve vê yekê red dike û rijdbûna bo û dibêje heyanî serokê welêt li desthilatê be, dê Evxanistanê ti caran aram nebe.

Şerê di navbera hikûmeta Evxanî û tevgera Talîbanê de gihaştiye asteke metirsîdar.

Li gorî kenala Tolo News a Ffxanî, li herêma Sibîn Boldakê ya wîlayeta Kendeharê piştî ku Talîbanê ew kontrol kir, bêtirî 100 kesî hatin kuştin.

Hikûmeta Efxanî tevgera Talîbanê bi kuştina sivîlan tawanbar kir.

Berdevka Wezareta Hundirîn a Evxanî Mîrways Stanîkzay got ku Talîbanê êrîşî Sibîn Boldakê kir, malên sivîlan talan kirin û ji wan 100 kuştin.

Talîban: Me êrîşî devera Sibîn Boldakê nekiriye

Talîbanê jî ji aliyê xwe ve diyar ku ev tawan red kirin û got:

“Me devera Sibîn Boldakê kontrol kir, lê paşê cardin ket destê hêzên hikûmeta Evxanî”.

Hêzên Amerîkî li Kendeharê çend êrîşên hewayî li dijî Talîbanê pêk anîn

Amarîkayê jî, da ku piştgiriyê bide hêzên Evxaî, li wîlayeta Kendeharê li dij Talîbanê çend êrîşên hewayî pêk anîn.

Li gorî berpirsekî Pentagonê, hêzên Amerîkî li Qendeharê roja çarşem û pêncşemê 4 êrîşên asîmanî li dijî amûrên leşkerî yên Tevgera Talîbanê pêk anîn û hemû rûxandin.

Talîban: Eger serokê welêt îstîfaya xwe nede, dê rewş aram nebe

Tevgera Talîbanê her wiha anî ziman ku ew dixwazin digel hikûmeteke nû guftûgoyên bikin û destnîşan kir ku Evxanistan ti caran aram nabe, eger serokê wê Eşref Xenî îstîfaya xwe nede.

Berdevkê Talîbanê û endamê şandeya guftûgoker a tevgerê Sihêl Şahîn got:

“Em çekan biavêjin, dema ku hikûmeteke nû ava bibe û ya Xenî xwe ji desthilatê bide alî. Em ji aliyê xwe ve hewl nadin ku desthilatê pawan bikin.”

Talîban: Piştî vekişîna Amerîkî em ê nehêlin ti hêz li Efxanistanê bimînin

Li alîyekî din, berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid teqez kir ku ew li dijî hebûna leşkerî ya Tirkî ne.

Zebîhullah Mucahid ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe yên di çarçoveya NATO’yê de li Efxanistanê ne, ji welat derxîne.

Zebîhullah Mucahid her wiha diyar kir ku ew ê piştî vekişîna Amerîkayê ya bi temamî, nehêlin ti hêzên biyanî bi çi behaneyê be, li Efxanistanê bimînin.

Back to top button