Wê li Kolombiya fikrê Rêber Apo bê nîqaşkirin

Li Bogota ya paytexta Kolombiyayê, 28,29 û 30’ê Tîrmehê wê konferansek bê lidarxistin.
Wê li Konfiransê paradîgmaya fikrê Rêber Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.

”Ji bo avakirina civakeke demokratîk rabûna li ber kapîtalîzmê”.

Bi vî sernavî wê Konfirans bê lidarxistin.

Di konferansê de li ser projeya ”Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk” bê sekinandin.

Piştî axavtina destpêkirina konferansê, wê panelek bi ser navê ”Kapîtalîzm ku krîzeke hevçaxbûnê ye”

Roja duduyan wê komên xebatê yên bi navê ”Rêveberiya xweser”, ”Ekolojî û herêm”,

”Aborî û herêm”, ”Jin û azadiya jinan”, bên avakirin û niqaş bên kirin.

Roja 3 ya konferansê, wê panel li ser şoreş, piştevanî û enternasyonalîzma sedsala 21’ê bê dayîn.

Ev panel, wê bi du rûniştinan ji serê sibehê ta bi êvarê berdewam bin.

Wê encamname bê ragihandin û konferans bidawî bibe.

Dayikên Şehîdan: Em ê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bê wate bikin

Back to top button