Metro: Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2020 eşkere kir

Şaxa Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran li Silêmaniyê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafê rojnamegeran ya sala 2020’an bi merasîmekê eşkere kir.
Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq jî ku tevlî merasîmê bû diyar kir ku li başûr çapemeniya azad nema ye.

Şaxa Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran li Silêmaniyê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafê rojnamegeran ya sala 2020’an bi merasîmekê eşkere kir.

Di merasîmê de gelek nûnerên saziyên ragihandinê, seroka parlamentoya Başûrê Kurdistanê û kesayetên cuda amadebûn.

Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed di merasîmê de axivî û da zanîn ku di sala 2020’an de Hikumeta Herêma Kurdistanê hemû rêyên astengiyê hemberî rojnamegeran bikaraniye. Diyarî da zanîn bi awayek derqanûnî ofîsên kanalên televziyonan hatin girtin û karê rojnamegeriyê hatiye paşguh xistin.

Li gorî rapora Navenda Metro di nava salekê de 385 binpêkirin li hemberî 291 rojnamegeran pêk hatiye. Herwiha 163 astengî, 74 desteserkirin û 30 binçavkirinên bê biryara dadgehê li hemberî rojnamegeran çêbûne. Hate gotin, 48 lêdan pêk hatine û na 4 ofîsên televziyonan hatine girtin.

Rewaz Fayeq: Li Başûr çapemeniya azad nema ye

Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq jî ku tevlî merasîmê bû, piştî eşkerekirina raporê axivî û bal kişande li ser astengiyên li pêş çapemeniya azad.

Rewaz wiha got;

“Çapemeniya partiyan heye û hewl didin nelirêtiyê binixûmînin, propagandaya wan dikin. Gel van baş nas dike û dizane. Dîsa çapemeniya azad heye, ya çav û guhê gel in lê tên astengkirin û hate lewazkirin. Çapemeniya azad berî bi 3 salan hê zêdetir lewaz bûye. Çapemeniya azad nema ye.”

Back to top button