Li Iranê di êrişek çekdarî de 15 kes hatin kuştin

Li gor medyaya Îranê, li bajarê Fars hin kesan bi çekên kelaşînkof êrişî ser Gora Olî ya Seyîd Ehmed Musa kirin. Di encamê de 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê Waliyê parêzgeha Fars a Îranê Îsmaîl Muhîbî Pur derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: “Îşev êrişek çekdarî li ser Gora Olî ya Seyîd Ehmed Musa hat kirin.

Pur diyar kir ku kesên çekdar bi çekên kelaşînkof ziyaretkarên gorê gulebaran kirine.

Îsmaîl Muhîbî Pur eşkere kir ku li gor agahiyên destpêkê 15 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

Li gor ajansa nûçeyan a Îranê, heta niha du êrişkar hatine girtin û lêgerîna ji bo êrişkarê sêyem jî berdewam dike.

Back to top button