Wezîrê Karê Hindirîn ê Fransa: Ji 18 mizgeftên ku min daxwaza şopandina wan kirî 9 hatin girtin

Wezîrê Karê Hindirîn yê Fransa Gerald Darmanin diyar kir ku ji 18 cihên ayinî yên ku daxwaza şopandina wan kirî 9 jê hatine girtin.

Wezîr Darmanin têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û wiha got:

Li ser fermana Serokomar Emmanuel Macron û Serokwezîr Jean Castex li welat di
çarçoveya têkoşîna “cudaxwaziya Îslamî” hikumetê gavên bibiryar û şînber avêtine.

Darmanin dazanîn ku ji 18 mizgeftên ku dawaza şopandina wan hatî kirin, 9 jê hatine girtin.

Di nûçeya ku rojanmeya Le Figaro belavkirî de jî tê gotin, jimara mizgeftên ku hatine girtin wezîr Darmanin tatmîn nekiriye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku beriya cejna Noelê, her 15 rojan carekê Darmanin û komîteya wî diciviyan.

Di her civînekê de ji komîteyê hatiye xwestin ku bi awayekî baldar li ser mijarê rawestin.

Tê gotin, li welat 89 mizgeft ji aliyê dewletê ve têne şopandin.

Welatên Ewropa ji hewildanên Tirkiyê yên karanîna ol li Ewropa bifikarin.

Back to top button