Çalakiya Mertalên Zindî di roja sêyem de bi dawî bû

Çalakiya Mertalên Zindî ya ku ev sê roj bûn li ser çiyayê Şengalê berdewam dikir, piştî daxwazên wan hatin bicihkirin, bi dawî bû.

Duh li ser daxwaza Rêveberiya Xweser û Fermandariya YBŞê bi çalakiya mertalên zindî bi daxuyaniyek hate bidawîkirin.

Hate ragihandin artêşa Iraq wê leşkerên xwe li ser çiyayê Şengalê bicih neke.

Li ser navê Mertalên Zindî Endama Rêveberiya YCÊ Sara Şengalî daxuyanî da û got:

“Em li vir diyar dikin ku wê ti kes nikaribe vîna me tine bike û li hemberî têkoşîn û berxwedana civaka Êzidî derkeve.”

Ciwanên Êzidî diyar kirin ku piştî artêşa Iraqê gav bi paş de avêt ku dixwestin cihên pîroz dagir bike, li gel Rêveberiya Xweser û YBŞê gihiştin lihevkirinê.

Back to top button