
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, dermanên li dijî kêzika “Sona” ya zererê dide berhemên genim û ceh, peyda kir.
Li herêma Dêrikê kêzika reş a bi navê (Sona), bi awayekî zêde belav bûye, taybet li herêma sînorî ya bi Tirkiyê re.
Sedema vê yekê, ew e ku Tirkiyê aniha dermanên li dijî pêşiyan direşîne, ji lew re wê kêzik bêhtir derkevin.
Di vê demê de bi taybet, hêkên kêzikan diteqin, ji bo vê jî Desteya Aborî û Çandiniyê dermanê kêzik û mêşan peyda kir.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Selman Barûdo destnîşan kir ku, wê dermanê kêzikan ji Dêrikê heya Dirbêsiyê bireşînin.