TJK-E: Qetilkirina hevrêya me Evîn ne lêrasthatinî ye

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo qetilkirina yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Evîn Kara daxuyanî da. TJK-E’yê anî ziman ku bi qetilkirinan, wê nikaribin dengê jinên kurd bibirin û got:”Tu hêz nikare têkoşîna jinan a ji bo heqîqetê asteng bike.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikandarên kurd ên derdora wê ya li paytexta Fransa Parîsê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJK-E’yê sersaxî ji malbatan re xwest û got ku heta şerma bajarê Parîsê ku bi qetilkirina jinên Kurd tê zanîn, li ser navê hemû mirovahiyê jê bibin ew ê têbikoşin.

TJK-E’yê diyar kir ku êrîşa li Parîsê bi fermana Erdogan pêk hatiye û got: “Wek qetlîama 9’ê çileyê ev êrîş jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye organîzekirin.

Dewleta Fransa jî tevdîr negirtin, sûcdar krîmînalîze kir, ser sûc girt û bû hevkarê qetlîamê.”

TJK-E’yê diyar kir ku qetilkirina Evîn (Emîne Kara) ne tesedufeke û got:

“Hevrêya me Evîn bi çanda xwezaya Botanê mezin bûbû, jineke wêrek, kedkar û xurt bû ku bi hişmendiya ax û azadiyê hatibû stirandin.

Li her parçeyê welatê me ji bo jinan û welatê xwe têkoşiyaye û bi dil û hişmendiya xwe li ber mêtingeran rabûye.

Qetîlkirina jineke wiha ku jiyana xwe fedayê azadiyê kiriye, ne lêrasthatinî ye.

Dewletên mêr ên kujer dibêjin qey bi qetilkirina jinan wê têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan rawestînin.

Tevgera Jinên Kurd ku di şexsê Sakîneyan de di Qetlîama Parîsê armanc hat girtin, bi qetilkirina heval Evîn careke armanc hat girtin.

Careke din gule berdan jinan, azadiyê û Kurdan.

Xwîna jinan careke din li Parîsê hat rijandin, careke din ser sûcên kujeran hat girtin.”

TJK-E:Wê nekarin dengê jinên Kurd bibirin

TJK-E’yê anî ziman ku bi qetilkirinan wê nikaribin dengê jinên kurd bibrin û got:

“Ew bi komkujiyan gefan li me bixwin em ê jî bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ bersiva wan bidin.

Jinên Kurd heta mirinê girêdayî azadiyê ne.

Jinên Kurd ji Sakîne Cansiz hînê berxwedanê bûn.

Em ê heta ku hesabê Evîn û hevalên xwe yên welatparêz ên din dipirsin, li qadan bin. Heta ku Edalet dirust bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Back to top button