Îstîxbarata Tirk gefa êrîşên li dijî Kurdên Ewrupayê xwaribû

Di êrişa li dijî navenda Çandê ya kurd, li Parisê 3 kurdistanî şehîd bûn. Îstîxbarata Tirk berê jî komkujiya 2013 a li Parisê bibîrxistibû û gotibû ku divê êrişên bi vî awayî pêk werin.

Balkêş e ku êriş beriya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê pêkhat.

Ev geşedan jî nîşan didin ku êriş ji rêzê nîn e, plan-kirîye û gefên rayedarên îstixbarata Tirk bi bîr dixîne.

Ji ber vê yekê êrişa duh wekî Komkujiya duyem a Parîsê hat binavkirin.

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Artêş Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televizyonê de gefa êrîşan ya dijî kurdên Ewropayê xwaribû.

Rayedarê Tirk yê îstixbaratê ji bo komkujiya parîsê wiha gotibû;

Komkujiya Parîsê “operasyoneke dewletê” ye û xwestibû li dijî rêveber û endamên tevgera azadiya Kurdistanê êriş bêne kirin.

Îsmaîl Hakki Pekîn heta sala 2012’an di asta fermandariyê de cihê xwe di nava artêşa Tirk de girt û beşdarî gelek êriş û planên qirêj ên dijî Kurdan bûye.

Back to top button